Hîtît împeratoriyeke serdema bronzê bû ku ji aliyê hîtîtan ve hatiye avakirin ku li qadeke berfireh ê Anatolyayê serwerî kiriye. Hîtîtî yek ji gelên kevnareyên hind û ewropî yên Anatolyayê bûn ku bi gelên hind ewropî din ên lîdî û bi medan re yek ji şaristaniyên bi hêz ên Anatolyayê bûn. Dibe ku hîtîtî ji wêdetir ê Deryaya Reş hatine û di destpêka hezarsala 2ê berê zayînê de li bakurê navendî ya Anatolyayê bi cih bûne ku hinek deverên Bakurê Kurdistanê jî di nav de bû. Hîtîtiyan li Anatolyayê çend dewletan ava kirine ku di nav de padîşahiya Kussara (berê 1750 b.z.), padîşahiya Kaneş an Neşa (~ 1750–1650 yê b.z.) û împaratoriyeke berfireh (li dora 1650 b.z.) hebû ku li deverên berfireh ên Anatolyayê serwerî kirine. Di demên nûjen de ku wekê Împeratoriya Hîtîtan hatiye zanîn, di nîvê sedsala 14ê berê zayînê de di bin serweriya Šuppiluliuma I de gihîştiye qada xwe yê herî berfireh ku piraniya Anatolyayê û hinek beşên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê di nav xwe de girtiye û bi împeratoriya Hurî-Mîtanî ku împaratoriyeke reqîb ê hîtîtan bû û bi xanedaniya asûriyan re sinorên welatî parvekiriye. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1926 – Di navbera Keyaniya Yekbûyî, Tirkiye û Iraqê de Peymana Enqereyê hate îmze kirin. Tirkiye bi miqabilê ji bo 25 salan ji qezencên petrolê ji sedî 10 par hilde, qebûl kir ku dev ji heqên xwe yên ser Mûsilê berde. Paşê miqabilê 500 hezar sterlînê dev ji van heqên xwe jî berda.